Îslama Sîyasî Ya Misirê, Wek Nimûne · jêder û serçawên Erebîda bikarnahêt, hemû ew...
Transcript of Îslama Sîyasî Ya Misirê, Wek Nimûne · jêder û serçawên Erebîda bikarnahêt, hemû ew...
Aya Îslam hêzeka sîyasî û kelturî ya mijawîye (tarîye):
tako me rwî bi rwî welameka piraktêkî û tîyorî biket? yanko
eve behaneyeke bo çêkirina guman û pirsê liser Îslamê ko
dibîte pirseka zîndî li hizara sîyê? û ev pirse hind dubare
dibît tako bûye pirseka cemawerî.@
Demê behsê Îslamê dihêtekirin, em beramber pirseka bi
vî rengî radwestîn, bi taybet ji wî rwî ve ko neșên hemû
Îslama Sîyasî Ya Misirê, (Êxwan) Wek Nimûne@
Berhevkirin: Enwer Tovî
kusp û tegerên civakekî bo rehendekê ayînî, yan baștir bêjîn
Îslamî kurt bikeyn. Eve jî nabête rêgir bo behskirin liser
Îslamîya nwî (sîyasî), merem pê Îslameke ko dawa pirojekê
seranserî (bedîl) diket, ko ew bitinê nwînerayetîya se
rkêșîya dîn û dinîayê biket.@
Dîsa dișêyn bêjîn ko Îslama sîyasî hemû layenên
aydîolujîyên aynî diêxîte kar, yan bi tundtir bêjît ((Îslamê li
nav aydîolujîayê da dihelînît)). ev awaza deng neșaz jî li gel
jîngeha fire mînber û fire întîmada naguncît, kêșa evî dengî
neșaz ewe hewlên bi cemawerkirina pirojê tutalîtarîyê
didet.@
Îslama sîyasî nebitinê take kesî wek qewarekê serbexo û
qanunî nabînît, lê belko nikolîyê li hemû ewan girupan
ewên bi deng û renga cîyawaz diket, eve jî wê manayê
dgehînît ko Îslama sîyasî șereke hemberî rawestandin û
kuştin û zivirandina karwanê pêșkeftinê, anko șereke bo
zivirandina li jêr bala êk dengî û êk rengîya bi têgehî
bîrkirineka wana ya kevin.@
Pêșekîyek Derbarey Hizira (Hesen Benna Û Seyd Qutb)Î:@
Peyva esulîyet fundamentalisim peyveka rojavayîye di
jêder û serçawên Erebîda bikarnahêt, hemû ew jêderên
Erebî ewên bas li mêjûya rêkxirawa (Êxwan Muslimîn)
diken, wesa vedigêrin û liser rahatîne ko bi radîkalî wesf
biken nek bi fendemîntalîzim.@
Hesen Benna... damezrênerê Êxwan Muslimîn bi vî rengî
peyama xo araste diket: (peyameka selefî û rêkxiraweka
Îslamî Muhemedî Quranîye), wate Quran bernamê wane û
ji rêçkerûyîya pêxemberî (s.x) la naden û ji Quran û
fermude û sîra miruvê çakên Îslamî lanaden.@
Peyva fundamentalisim wî demî hate dinav bîyavê
rojinamevanîyêda li nav serçawên bîyanîda demê girupên
(tekfîrî) liserdemê (Sadat)î peydabûyn, bikarînana evî têrmî
jî bo wê meremê bû ko girupên tekfîrî ji rêkxirawa Êxwan
Muslimîn cuda biken.@
Girupên tekfîrî ew deste û taqmene bi hizira cahlîyet û
hakimîyet û tekfîrî, ew girupên radîkalîne li rêz benda
rewta Îslamî ya radîkalî pulbendikirîne. belê rêkxirawa
Êxwan Muslimîn êxistîye rêz benda balê Îslama teqlîdî.@
Eger peyva fendemîntalîzim û çewanîya hatina wê bo
nav zimanê Erebî, li vê derbarê (Mehemed Se'îd eșmawî)
dibêjît (nav lênana girupên tundirew li fikra Îslamêda bi
fendemîntalîzimê ya cîyawaze li wê fikra li rojavay hey,
çunkî fendemîntalîzim bo wan girupan dihête gotin ewên
welatên yekgirtên Emrîka ewên jîyaneka sade û goşegîrane
dijîn wek Mesîhîyên despêkê.@
Lê evê di Îslamêda manayeka pêçewan heye ko heleya
goşegîrî û dabiranê nîne dijîyana medenîda, lê belko
nwîkirina Îslamê ye li rêya hewlên berdewam û li pênavî َ
pakijkirina hemû core bîde yan û vegerîyan bo serçawên
guncandina Îslamî li gel pêdivên serdemî bi amrazekê li
bartir bo hukmiranîkirinê.
ewên peyrewîya evan renge bîrkirinan diken dibêjinê
(selefî) beramber fikra rojavaxwaza ewên diketine dibin
bandora elmanîyeta rojava ewên daxwaza jîyaneka rojavayî
liser astê civakî û sîyasî karîgerî liser hey. evî rewtî liser
demê Muhemed Elî pașa desthelatîya hukmê Misirê girte
dest, ewên hewldida kumelgeha Misirê ji kumelgeha Îslamî
rojhelatî bo kumelgeha hevçerx ji rengê rojavayî biguhurin.@
șêx Muhemed Ebide raberê selefîya (ewê tazeger)
berdewam dawa dikir ko zanistên nwî bînîte dinav
Ezherêda û çaksazîyan dibwarê xwêndinêda biket. û
berdewam tekezî li wê hindê dikir ko divêt Musilman fêrî
zimanê Ewropî bibin dako diberdewamîya wî zimanî da
bikarin Îslamê bi cîhanêra bigehînin. û wî bixo ditemenê çil
salîyê êdî xo fêrî zimanê Ferensî kir. careka dî selefîyet rwî
bi rwî rojavaxwazan bû ew jî liser destê Hesen Benna, ko
Hesen Benna ji binemaleka ayînî perwerde bibû. Li (dar
al'ulum) xwandina xo temam kirbû pașî li sala 1927 li
îsima'îlîyê dibîte mamusta û pașî peywendîyê li gel (șêx
Decewî) diket. di peywendîyên xuda li gel șîx Decewî,
dibêjîtê divêt em kar bo axiretê û xudê bikeyn nek wek
rojavayî xwazan karî bo dunîayê bikeyn eger me Ezher û
zanayên wê ji dest dan anko me Îslam ji dest da.@
Ew bû li sala 1928 li meha adarê rêkxirawa Êxwan liser
destê Hesen Benna hate damezrandin. çendîn liq li bajêrên
wek (Pur Se'îd‐ Swîs‐ Ebî Swêr‐ Behr Sexîr) vekirin, pașî li
tișrîna êkê ya sala 1932 baregayê xuyê serekî li Îsma'îlîyê
veguhaste Qahêre. piștî salekê hijmara liqên wan gehiște
(50) î liqa. û li dumahîya heyva mayo li sala 1933 êkemîn
heftîyanama xo bi navê Êxwan Muslimîn belavkir. û pașî
liser destê Hesen Benna Êxwan bûne xudan aydulujî û ev
aydulujîye ji qutabxana (Almenar) wergirtbû, çunkî giruvê
vê çendê ewe ko ew bixo dibêjît: ez berdewam li kur û
kubûnên (Reșîd Reza)î amade dibûm û min berdewam
guvara (Almenar) dixwand, pașî Hesen Benna liser axftina
xo berdewam dibît û li guvara (Alnezîr) husan dinivêsît û
dibêjît:@
1‐ (Îslam xuda perstî û rêberayetîkirine, ayîn û dewlete,
ruhîyanet û karkirine, nivêj û cîhade, guhdarî û
hukmiranîye, Quran û șimșêre û hîç yek ji wan ji êdî cuda
nabît). jiber evê nivêsanê rexne li Hesen Bennay dihête
girtin û dibêjin wî ayîn têkelî sîyasetê kir û Hesen Benna
careka dî dakokîyê liser gotina xo diket û dibêjît (gunah
nîne eger sîyaset beșek bît ji aynê Îslamê eger heryek ji
hakim û mehikumî bigirît).@
2‐ her wesa Hesen Benna raberatîya Êxwana diket û dibêjît:
yê bawerîyê bi Êxwana bînît divêt yê hev suz nebît li gel
niştimanê xo û pêve diçît û dibêjît: (her parçeka erdê alayê
Îslamî َ liser niştimanê hemû Bisilmanaye). dîsa li dev wî
regezinamê û niştimanê hîç pîrozîyek nine û dibêjît:
(Bisilman hemû yek netewene û yek niştiman heye ew jî
niştimanê Îslamêye). ew hewl didet liqên dî yên Êxwanan ji
dervey Misirê veket mîna welatê (Sudanê, Surîyê, Mexrbî)
û dibêjît: (Îslam dan pêdanê bi sinûrên cîyawazên cugirafî
naket û dan pêdanî bi regez û xwînê naket).@
3‐ Hesen Benna hewlên bîrokeya xîlafetê didet û di vî
derbarê da dibêjît: (Êxwan Muslimîn wesa bo diçin ko
xîlafet remzê êketîya Îslamê ye û dibîte harîkarek bo pêkve
girîdanê dinavbera gelên Îslamî da).@
4‐ hikumeta Îslamî lidev Hesen Bennay ya peyweste bi
pirinsîpên Îslamî bَi ayîn û dewletê ve, û wesa hizir diket ko
hikumeta Îslamî bi ruknek ji ruknên xo dizanît û dibêjît (fere
Êxwan pêngavan beref damezrandina hikumeta Îslamî ve
bihavêjin. ew jî piștî bîrubuçunên wana dinav xelkêda belav
dibin û bihêne wergirtin).@
Piștî dîsembera sala 1949 di rwî bi rwî bûneka Êxwanan
da li gel hikumetê Hesen Benna hate kuştin, û pașî seyd
Qutb rolê xo dibînît bi serkêșî kirina Êxwanan nivîsî û bi
taybet piștî pertûka xuya karîger liser rêkxistîyên Êxwana
binavê (mealm fî alterîq). dibergên vê pertûkêda
aydulujîyek nwî bo Êxwanan hate danan û seyd Qutb bi
tîyorîzekirina xo yanko guhurînên cewherî li ser eqîda
Îslamê dirust kirin, çunkî her ji ser demê pêxemberî dihêrve
jibo ragehandina Bisilmaneyetîya xo her hinde bes bû
șehde bidet eve ya rewa û berdewam bû tako naverasta
sedeyê bîstê tako derkeftina pertûka Seyd Qutb (mealm fî
alterîq), Seyd Qutb û pertûka wî bi serkêșên girupên
Îslamyên radîkalî dihête hijmartin û zor bi zelalî dibêjît:
(tako miruv Bisilmanetîya xo radgehînît ew bitinê bes nîne
ko șehde bidet û erkên ayînî bcihbînît, belê divêt diheman
demada hakmîyeta xeyrî xudê jî qebul neket. û her gel û
netewe yekê bivî rengî bît dibêjinê Bisilman).@
bi vê rengî Seyd Qutb tekfîrbûna civakê Îslamî diket û
wêneyê degmenê Seyd Qutbî di kumelgehê Misirêda
rwînedabû. ev aydulujîya Seyd Qutbî cuda bûneka temame
li gel aydîulujîya Hesen Bennay, bi qûnaxeka nwî bo Îslama
sîyasî û bi taybet bo girupên cîhadî dihête hijmartin.@
Pêdaçunek Li Ezmûna (Êxwan Muslimîn) Da:@
Êxwan Muslimîn xudanên Ezmûneka dirêj û karîgerin
liser cîhana Îslama sune bigiştî û ewan bizav û rewtên
dicîhana Îslama suneda serhilday, heta kartêkirina vê bizavê
liser hizbên binav Îslamî li kurdistanê jî hebû û libin bandura
û nexșê sîyasî yê Êxwanan aydulujîyên xo nivêsayne û li
șopa wana bernamê xo darêjtîye.@
Eger em behsê Îslama sîyasî bikeyn, em nikarîn hîç
amajekê bideyne Îslamîya sîyasî eger destpêka wana dîyar
nekeyn û pênaseka hwîr nedeynê, ya xoyaye ko serokatîya
vê bizavê li Misirê destpêkirîye berî pitir ji (85) salan hatîye
damezrandin û li destpêkê husa ragehandîye:@
(Îslam peyam û hukmiranîye, șimșêr û Qurane, ayîn û
dewlete). û pașî bi rașkawî gut (Bisilman. Bisilmanekê
temam nîne eger sîyasî nebît).@
Ezmûna Êxwan Muslimîn Livan Çend Xalên Kurtda:@
1‐ Misir ew welateye ewê bi landika Îslama sîyasî dihête
hijmartin.@
2‐ Êxwan Muslimîn êkemîn girupa Îslama sîyasî dihête
hijmartin.@
3‐ tako nuke jî merkezîyetîya Êxwan Muslimîn li Misirê heye
û temama birîyar û rênimayî û rasparadin bo sercem
Êxwanên cîhanê firêdiket.@
4‐ hîç bizaveka Îslama sîyasî li cîhanê nîne ko endam û
layengirên. peyamên șêx Hesen Bennay nebin, yan (mealm
fî alterîq, haze aldîn, misteqbil bihaze aldîn) seyd Qutb, û
yan (alferîze alxabe) ya Ebdulselam Ferec, yan witarên bê
hijmarên șêx Umer Ebdulrehman liber baxlên wanda nebin.
bi șêwekê kêm û yan zor çavlêkirina reftarên girupê
(altefkîr û alhîcre)yê șukirî mustefa neken.@
5‐ karîgerîya dîd û boçûnên tîyor danerekê mîna Yusf
Elqerzawî liser bizavên Îslamî yên heyn.@
6‐ eger em binêrîne dîroka Îslama sîyasî her li Hesen
Bennay tako evro dê bînîn ev rewte kardiken jibo kerkirina
rêzên niştimanbûnê û lawazkirina hesta netewayetî û
jinavbirina hesta welat bûnê (entmai) bo her neteweyekê.
bo nimûne (șêx Ebdulcebar Alzindanî) li demê êkgirtina
herdû parçên Yemenê (bakur û bașur) husan ragehand:
(min tenha êk șerê man û nemanê maye bikem ew jî șerê
dijî yekbûn û yekgirtina welatê mine).@
7‐ li demê serbexuya mîsrê li (23 Yulîoa sala 1952)ê jîyê
Êxwana çarêkeka sedeyê bû. anko jîyê wan nêzîkî 27 salan
bû, demê Misir li bin desthelata kulunîyalîya berîtanîya ewa
bi dirêjahîya (1882‐1952) liser welatê Misirê, Êxwan
xudanên șoreșên êk li duv êk bûn bi serokatîya herêk ji
(Ehmed Erabî, Mustefa Kamil, Muhemed Ferîd, Se'd Zexlul).
û liser destê (Ebdulnasir) bidumahî hat biharîkarîya Êxwana,
lê jiber reftarên Êxwanan û rojgara Misirê ew bixo bûne
eger ko Ebdulnasir wana ji hukmî dwîr bêxît wekî nuke liser
destî (Muhemed Mursî) dubare bûyeve jiber kêm șîyanên
Êxwana bû di bo hukmiranîyê da yan jî ji egerê armancên
wana yên bi metirsî bû liser ayndê Misirê ko ewana divêt bi
Êxwankirina hemû welatê Misirê rabîn wekî di durîșmên
wan da dîyar.@
Ne Zelalîya Peyama Êxwanan Û Dujmankarîya Wan Bo
Welatê Misirê:@
Her li destpêka damezrandina Êxwan Muslimîn û
qûnaxên êk li dwîv êk peyam û dirûşmên wana di zelal û
așkira nebûn bo cemawer û xelkê Misirê bi giştî û di zor
qûnaxên nazikda rwî bi rwî dujminatîya berjewendên
bilindên Misirê dibûn, wek divan çend mînakên xwarêda:@
1‐ eger em xwêndineka hwîr û zanistî di peyamên
damezrêner û raberê Êxwan Muslimîn Hesen Benna
dabikeyn, dê bînîn ko runî û zelalî di wan peyaman da nîne,
çunkî dibêjît: (gehiștiname bo desthelatê bi rêka
helbijartinan û sinduqên deng danê yan bi rîka şoreşê, em
bi rêke çareyeka guncay nizanîn). û berdewam diket û
dibêjît (akamên șoreșkirinê perîșanî û nearamyê li dwîv xo
dihêlît, pêdivî ye em xolê dwîr bi girîn).@
2‐ peydabûna boșayîyekê di serkirdayetîya Êxwanan da piștî
Hesen Bennay û hatina Hesen Alhezîbî, wate Êxwana ji (12,
2, 1949)ê taku(10,19, 1951)ê serkirdayetî nebû.
3‐ helkirina Êxwanan li (8ê kanuna êkê ya sala 1948) û bi
kuştina (Hesen Bennay) li sala (1949), rêzên Êxwanan
hatine têkdan û pirt û belave bûn, wekî berpirsekê Êxwana
binavê (Selah Şadî) dibêjît: (piștî kuştina îmam Bennay em
wek mirovên bê ser mayn, me nedizanî beref çi arasteve
biçîn).@
4‐ dest nîșankirina (Hesen Alhezîbî) wek raberê giştî yê
Êxwanan berî çend meheka pêș șoreșê, ji dû lave gumana
encamdan û berpakirina şoreşê belî dikir.@
A‐ ji layekê (Hesen Alhezîbî) kesek bû ji hemû ewan kesên
xo bo vî pustey berbijêr kirî û yê dwîr tir bû ji dunîaya
sîyasetê, çunkî ew pitir kesekê yasay û rawêjkarekê qezayî
bû nek sîyasî.@
B‐ ji layekî dîve hewlên zorên șah Faroqî bi rêya (Necîb
Salim)î ve ko zavayê (Alhezîbî) bû û fermanberekê mezinê
kuşka șahî bû, wana hez dikir ko (Alhezîbî) bibîte raberê
Êxwanan nek kesekê dîyê dwîrtir, çunkî șa Faroqî ew ji her
kesekê dî tir pitir divîya, çunkî ew dișîya wî pitir kuntirul
biket ji berbijîrên dî.@
5‐ bi dirêjahîya mêjûya serkirdayetîkirina Êxwanan piștî
Hesen Bennay, ew serkirdên dî ewên piștî wî hatîn mîna
(Hesen Alhezîbî û Umer Telmisanî û Muhemed Hamd Abu
Nesir û Mustefa Meșhur), hemû ew kesên serkirdayetîya
Êxwanan kirî kesanên pîr bûn û gîyanê şoreşgêrîyê li def
lawaz bibû çunkî kesanên binav emir ve çûyî bûn û șanîn
çalakîya bedenî nemabûn.@
6‐ Ebdulmun'em Ebid Elrewof ko serperștê Êxwana bû di
nav sopayê Misirêda, her li destpêka sala 1952 li rêza deste
ya efserên azdîxwaz hatbû der û hîç core peywendîyek li gel
vê destê nemabû demê bi erkê encamdana şoreşê rabûyn li
Misirê.@
7‐ Êxwan Muslimîn piștî derbazbûna salekê li ser serkeftina
şoreşê û derêxistina șah Faroqî ji welatê Misirê, ji nwî bi
derkirina beyaninamekê ya șerminane rabûn û ji nwî
helwîstê xo beramberî şoreşa Misirê dîyarkir.@
8‐ Hesen Alhezîbî piștî wek rêberê nûyê Êxwana li roja (14
ê tișrîna dûyê ya sala 1951) destinîșankirî bi harîkarîya
Wefidekê bilind ji serkirdayetîya Êxwana ko pêk ji
(Ebdulrehman Benna û Ebdulhekîm Abidîn û Salih Eșmawî
û Ebduliqadir Ude û Muhemed Xezalî û Ebdulezîz Kamil û
se'daldîn û lîlî skirtêrê taybet Hesen Benna)y pêkhatbûn
sera koçka șah Faroqî da binavê (kuçka Abidîn) bi merema
nwîkirina belên û peymanên xo û mikumkirina
peywendîyên xo li gel desthelata Misirê ya wî demî û bi
taybet șah Faroqî.@
Rulê Êxwan Muslimîn Li Pêș Û Paș Serbexobûna Welatî
Misirê:@
Helwîstê Êxwana kêșên niştimanî û çarenusazda di dû
qûnaxên giringda pêș û paș serbexuya welatê Misirê û
cewherê stiratîjî û sîyasî yê vê rewtê dihêne helsengandin.@
Li dûv wan belgên didest meda, wesa zelal diken ko
welatê Misirê wek tevaya milletên cîhana sîyê bidest
dagîrkeran dinalîyt bi taybet welatê zilhêz û kulunîayn
bîyanî. hîç hizb û layenên sîyasî mîna Êxwan Muslimîn li
astê kêșên neteweyî û niştimanî gelên Misirê bê dilsuzî û
dûreperêz nebûn, û beruvajî li demê rizgarbûna Misirê hîç
hêzekê temet Êxwan Muslimîn asteng û arîșe li hemberî
desthelata niştimanî dirist nekirin.@
Her li destpêka dagîrkirina Misirê jlayê Berîtanîyave li
sala (1882)ê eve handerekê baș bû bo damezrandina
zorbey komelew û rêkxiraw û hîzbên sîyasî bo helwîst
wergirtin û nerazî derbirinîyê beramber dagîrkeran. ew
keftine hewlên dirustkirina raperîn û şoreşa tako șîayn
welatê xo ji dagîrkirinê rizgarken, bitinê girupa Êxwana xo li
kêșên neteweyî û niştimanî ne di kire xudan. dîsa bitinê
girupa Êxwan Muslimîn bû divî demê dagîrkirinêda û keftbû
ber çêkirina peywendîyan û parastina berjewendîyên xo û
daxwaza gelê Misirê jibîrkirbû û kêșa dagîrkirina welatê xo
jibîrkirbû yan bû wan xem nebû.@
Lê piștî veguhastina baregayê wan yê serekî ji Îsma'îlîyê
bo Qahêre li navbera salên (1928‐1932)ê nebitinê age li
babetê dagîrkeran nema, lê belko keftbûne libin bandora
wan ve ji pêxemet parastina berjewendîyên xoyên berteng
her li serdemê Hesen Bennay, ko peywendîyên xoș û baș li
gel her yek ji (Îsma'îl Sidqî û Elî Mahr û șah Faroq)î hebûn û
eve jî belgeyeka zîndî ya Êxwana ye.@
Ya çaverêkirî bû ko hêzek li rojgara Misirê cihê bawerîyê
û mitmanê bît û sengerê xebatê dijî dagîr keran vala
nekirbît û xudan pêgeheka cemawerîya bihêz bin ew jî
(Wefidîyekan) bûn. evejî pitir li salên 1919 dîyar û așkera
bû. ev hevsoz ya dinavbera Wefid û cemawerê Misirê da,
bibu di cihê dili nerhetîya berîtanîya û kuçka șahê Misirê,
hîç pasaweka dî nema didestê wanda bo hawsengkirina
hêzê li Misirê jibilî bikarînana Êxwana bo layê șahî û
berîtanîya û bi dagêrana tayê hêzê bo layê xo û hêlana
bereyê Wefid bi tinê.@
Divan hevrkîyan da xelkê Misirê neçarbûn derkeftine
cada siluganên dijî dagîrkera û kuçka șahî, digot (gel li gel
Wefide) û pașî Êxwan rabûn û palpiștîya șah Faroqî kir dijî
(Wefid)ê û bi siloganên dij digot (xudê li gel pașay daye). û
șah Faroqî di belekunîya kuçka pașayetîyê da destê xo bo
Êxwana bilindikir û gutê (belê xudê li gel medaye).@
Di mêjûya nwî ya Misirêda bi burîna desthelata (Xidêwî
Îsma'îl û Xidêwî Tufîq û șah Faroq û șah Fuad)î, çu kes wekî
(Îsma'îl Sidqî) nebû serok wezîrê berê yê Misirê ko liser
demê dagîrkarîyêdَa bêhna tawan û xîyanetê û cihê
nefireta xelkê Misirê bît jiber tawanên wî yên mezin
diderheqê kesan û xelkê niştimanperwer û dîmukiratîxwaz
û pêșkeftinxwaz dinav Misirêda, herçende ev mirovê ne
pîroz dev xelkê Misirê zelam û hevpeymanê nêzîkê girupa
Êxwan Muslimîn bû û cihê bawerî û șanazîyê wana bû.
runtir bêjîn, (Sidqî û Êxwan) pișt penayên yektir bûn û pașî
(Îsma'îl Sidqî) û pașî (Elî Mahir) ko kesek bû wesa temașey
êxwana dikir û jê dixwast bo demê bikarînanê didemên
nazikda Êxwana wekî (amirazekê bo yarîya sîyasî li Misirê)
bikarbînît, û bivî rengî Êxwan kirbûne reqîbek biser sercem
hêzên niştimanî û pêșkeftinxwaz bi gire ji (Wefid û
Kumunîst û nasîunalîstekan).@
Êxwan êk ji wan fakteran bûn bo berdewam bûna gelê
Misirê liser xebat û nerazîbûna xo li dijî dagîrkeran, dîsa
Êxwan karêkterê karîger bûn li wî demî û razîbûn liser
peymaninama li sala 1936 ko rêk dida leșkerê Berîtanîya li
welatê Misirê bimînît û naveruka vê peymanê dijî êketîya
dula Nîlî bû ewa dinavbera Misirê û sudanêda hatîye
muhrkirin. Berîtanîya jibo asaykirina dengê nerazîyê dinav
cada Misirêda hewlda vê rêkeftinamê biguhurît bo
rêkeftinama (Sidqî‐ bîvin), di cewherda her ew
rêkkeftinama berê bû lê bi navekê dî, evêjî tureyîya xelkê
Misirê zêdetir lê kir.@
Êxwan ew taqme bûn yên ko pêșwazîya vê rêkeftinê
dikir û bi puzetîv li qelem dida û bi (rêkeftinama Hudeybî)
yê dișubihand. Hesen Bennay liser daxwaza (Îsma'îl Sidqî) li
gel (Selîm Zekî) ko êk bû ji karbedestên kuçkê amadeyîya
xo dîyarkir ko biçine dinav xopîșenderanda dako wan
razîken destê xo ji pîșandanê helgirin, beramber ev karê
Hesen Bennay bo kuçkê kirî (Îsma'îl Sidqî) Hesen Benna
padaș kir û birîyarda Êxwana ko bi serbestî karbiken hemû
karên xoyên bi serbestî bigêrin girêdana kurukubûnên
xoyên hizbî dinav hemû Misirêda. û di demekêda hemû
hizb û rêkxiraw komelên wî demî di Misirêda ji vî rengê
çalakîyan yê qedexekirî bû û mafê wan nebû bi azadî evê
çendê biken wekî bo Êxwana û Hesen Bennay helal kirî.@
Dîsa bo çêkirina rikaberayetîyê dinav astê sîyasî di
Misirêda (Îsma'îl Sidqî) bi vê dîyarîyê ewa daye Êxwana
beramber guhdarîya wana bo kuçkê nerawstîya û dîsa rê bi
Êxwana da ko rojinama xo bi navê (Êxwan Muslimîn)
belavbiken û dîsa dana çend parçe zevî jî dane Êxwana li
Misirê. dîsa rê da Êxwana ko endamên xo li gurepana
meșqa serbazî bi azadî meșq biken, divî demîda Hesen
Benna bi fermî dihate dawakirin jilayê kuçka șahî ve.@
Salên piștî șerê duwê yê cîhanî zîndanên Misirê tejî
endam û layngirên hizba (Wefid û kumunîst û
dîmukirasîxwaz û hêzên niştimanî û pêșkeftinxwaz) bibû, û
Êxwan take layenê sîyasî bûn ko hîç girft li gel desthelatê
nebû. Êxwana berdewam hewlên sistkirina cada Misirê dida
û duberekî diêxiste dinavbera xopîșanderada û bi rêka
we'zên xo yên exlaqî û bikarînana mîmberê hewlên
razîkirina çîna kirêkar dida ko rêzên cada Misirê bihêlin û
beref karên xo biçin û mînak ewe ewa li devera (Bușir
Alxeyme) rwîday.@
Bo razîkirina xo pîșanderan Êxwana digotî: (dilsuzî
nîșadan çareserîya temama kêșane). li (21șubata sala 1946)
demî kesanên astê zankoya û li gel xwêndikarên zankuyên
Misirê rijîayne ser cada Misirî bo dîyarkirina nerazî bûnê
beramber Berîtanîya û darudestên wan didesthelata Misirî
da, Êxwana xo ji vê kêșa neteweyî û niştimanî ve didizî û xo
cuda dikir jibo wê çendê dako razîbûna zêdetir ya seranên
desthelatî bi xo ra kêșît. û Hesen Bennay liser xatira
Berîtanîya û seranê desthelatê çend caran hewlên
destkarîkirinê di binemayên peyrew û pirugiramê nav xoy
Êxwana da kir dinavbera salên (1945‐1948)da.@
Evên liserî çend nimûneyên reftarên Êxwan Muslimîn
bûn liser demê dagîrkeran da û berî serbexoyî û rizgarbûna
gelê Misirê ji deshelata bîyanî.@
Helwîstê Êxwana piștî azadî û serbexoya Misirê yê
çewabû û stiratîjîya kar û çalakîyên wana bi çi arsteyekê
bû? wek dîyar ko Êxwan Muslimîna çi rolekê karîger nebû
biserêxistina şoreşa îolîoyê, her çende tako nuke
danpêdanê bi vê rastîya mêjûy naken beramber cemawerê
xo û gelê Misirê kanê ew çewan (sê çarêk ji sedeyê burî) mil
keçî daxwazên dagîrkerên bîyanî û dar û desteên wana
dibûn û xo ji daxwazîyên rewayên milletê Misirî ve dizî û
nuke ew xo beramber șehmzarîya mêjûya xo ya pir
dujminane li dijî beref pêș çûna welatê Misirê ve dișêrin.@
Her li destpêka şoreşa Misirê liser destê (Ebdulnasir)
yekser Êxwana sîyaseta xo û bernamê karî xoyê sîyasî
guhurî û keftine dirustkirina pirupagnda û dujminkarîyê
beramber şoreşa Misirê, her çende bernamê şoreşa Misirê
bernamek bû ko xzimeta hemû milletê Misirê dikir û bi
taybet hejarên Misirê. eve jî çend xalekên bernamê şoreşa
Misirêne:@
1‐ dumahîk înan bi deshelata dagîrkarîyê.@
2‐ nehêlana mulkayetîya (mulkdarîya) taybet.@
3‐ dabînkirina dadperwerîya civakî.@
4‐ peyrewkirina dîmukirasîyetê.@
5‐ derêxistina yasa ya baștirkirina çandinê.@
6‐ damezrandina supayekê niştimanî û bihêz.@
Eve komeka pêngavan bû ko şoreşê havêtîn û hemû
xelkê Misirê pêșwazî lê kir, bitinê rêkxirawa Êxwana nebît
ko keftine dijayetîya deshelatê beruvajî demê berî şoreşê
kanê çewan Êxwana bi dirêjahîya pitir ji bîst salan pêgîrîya
desthelata bîyanî û dar û destên wê dikir her ji sala (1928‐
1948) ko her hîç nakokîyek li gel desthelatê nebû û dijî wê jî
ned rawestîyan. hindî șah Faroq dinav Misirêda bû, ewana
hîç helwîstekê run beramber şoreşê bi fermî
ranegehandibû. keftine sîyasetkirineka nerun û așkera
beramber (Ebdulnasir) û şoreşa wî, giruvê vê çendê ewe êk
ji endamên Êxwana evê danpêdanê diket û dibêjît: (sîyaseta
Êxwana diwî demîda sîyaseteka run û așkera nebû), bo pitir
așkerakirina vê rastîyê bizivire evî jêderî (Dr. Ebidullah Fhid
Alnefîsî: Alaxwan Almuslimun fî Misir /Altecrube û alxetae).
Êxwana astê peywedîyên xo li gel şoreşê gehande astê
rêyeka daxistî.@
Lê piștî şoreşa (Ebdulnasir) li sala 1953 birîyara daxistina
hemû layenên sîyasî da jibilî Êxwan Muslimîn nebît ew jî
jiber asaykirina rewșa navxuya Misirê bû, lê ewana hemû rê
girtin û hemû daxwazîyên (Ebdulnasir) î retkirin, lê dîsa bi
fermî daxwaza Êxwana kir ko beșdarîyê di wezaretên
hikumetêda biken lê dîsa ev daxwazîye jî hate retkirin.@
Keftine dijatîkirina hikumetê û mifa ji kêșên dinavbera
(Muhemed Necîb û Nasirî) wergirt û keftine di
piștevanîkirina (Muhemed Necîb)î da li dijî Nasirî. û Êxwana
dawa cêbecêkirina sepandina șerîetê dikir ji desthelata
Nasirî. dîsa dawa dikir ko berî derketina her birîyarek û
yasayeka dewletê ewana pêșwext agehdar biken û mercên
wana di beșdarîkirina hikumetê da ew bûn ko ew wezîra bû
xo danin bê destinîșankirina dewletê bo wezîrên wana. eve
ji layekî û ji layekê dîve ewana daxwazî dikirin û bê merc
beșdarî di hukmeta (Îsma'îl Sidqî) da biken berî serbexuya
Misirê, eve jî helwîstekê Êxwana bû beramber welat û
deweleta xo ko beșdarbin di hikumetekê da libin
çavdêdirîya dagîrkeran bê merc û beșdarbn di hikumeteka
nistîmanîda bi merc?.@
Beșdarîya wana liberî azadîya Misirê bi wezîrê mearf bû
ko bo vî pustê wezaretê êk ji hevalên nêzîkên Hesen
Bennay binavê (Muhemed Hesen Eșmawî) hatbû
destinîșankirin.@
U paș serbexoya Misirê wan beșdarî bi wezîrekê diken
binavê (ehmed Hesen baqurî) û yekser Êxwana ev kese bi
tawanbar liqelem da û ji nav rêzên Êxwana derêxistin û
keftine dijayetîkirina hikumeta (Nasirî) û peywendî li gel
berîtanîya xoșkirin wek hêzeka dagîrker. ev peywendîye bi
rêya êk ji fermanberên balîuzxana Berîtanîya û endamekê
Êxwana dirust bûn, bo zîdetir zanîyarîya binêre evî jêderî
(Ebdulla Îmam/Samî Şeref: Ebdulnasir keyf kan yehkum
Misir?).@
Piștî Êxwana dijayetîyeka rastewxuya hikumeta Misirê
kirî, (Ebdulnasir)î dawa lê kir ko van karan bihêlin û êdî
dijayetîya hikumetê neken eger dê bersiv biwê hebît,
yekser Êxwana nwênerê xo frêkire li def hikumeta
(Ebdulnasir)î binavê (Mehmud Ebdulhlîm) û suzda êdî
berdewam nebin liser dijayetîya hikumetê.@
Belê yekser piștî demekê kêm careka dî sîyaseta
dijayetîyê li dijî hikumetê destpêkir, û bo vê çendê
(Mehmud Ebdulhlîm) bixo evê rastî yê dupat diket û dibêjît:
(eva dumahîkê biserê mehatî hemû derencamê wê sîyaseta
tarî û wê xirorîya mebû û wê neguhdarîya me bû bo her
tiștekê).@
Êxwana her li desstpêka şoreşa serbexo bûna Misirê
nexșê girtina desthelatî kir bû diserê xoda û berdewam di
nerazî bûn hember desthelatî û beșdarî di hikumeta da
nedikir û peywendîyên nehînî li gel ber mayên hêzîn Englîzî
da dikir. piștî (Ebdulnasir)î li sala 1954 birîyara derkirina
supayê Berîtanîya day ji Misirê, yekser sîyaseta Êxwana
xuya bû û ew jî piștî bê omêdîya wana bû. dîsa reșbînîya
wana bû bi vê birîyara (Ebdulnasir) î jiber dû xala: êk:
(Alhezîbî) bi nehênî welat bicih hêla û derbazî welatê surîya
û libinan bû. û li wêrê kefte dijayetîkirina dewleta Misirê.
dû: pena birina ber tîrurê jibo bidumahîkînana hukmê
(Ebdulnasir)î, nimûne boyera kurepana (almenșye) li bajîrê
Eskenderîye ko eve destpêka hewlên wanên tîrurstî bûn li
Misirê jibo ji navbirina hukmê (Ebdulnasir)î û bi dirêjahîya
hukmê wî (31cara) bizava tîrukirina wî hatîye kirin û (9
cara) ji layê Êxwan Muslimîn vebû.@
Boyerên sala 1954 dumahîk bi kar û çalakîyên Êxwana
îna. û berebabekê nû bo Êxwanên Misirî liser destê (Seyd
Qutb)î bi bîrubawerên radîkalîyên (Seyd Qutbî) perwerde û
arste bûn.@
Piștî șkestina huzeyranê ya sala 1967 û mirna
(Ebdulnasir) î, girutînek û hêzeka nwî da bizava Îslamî û bi
taybetî Êxwana. li destpêka heftêa mêjûyeka nwî bo Îslama
sîyasîhate pêș anko eve qûnaxeka dî ye ji qûnaxên xwîna wî
ya bizava Îslama sîyasî li Misirê, ew jî bi peyrewkirina
sîyaset û stiratîjîyeteka nwî ko ya cîyawaz bo li qûnaxa berî
wê, anko bi qûnaxa Seyd Qutb dihête hijmarê. eger tako
salên șêsta Êxwana liber sîbera raspardên Hesen Bennay
karu çalakyên xo kirbin, lê qûnaxa salên heftîya ya cîyawaz
bû û ya bernamekirî bû liber sîbera raspardên Seyd Qutb û
(Mealm fî alterîq) ya wî. lê ev qûnaxe qûnaxeka karîgere
liser hemû cîhana Îslama suninî, çunkî (Mealm fî alterîq)
Seyd Qutbî dibîte manîfêsta temama ewan bizavên Îslamên
radîkalî yên wî demî dinav kurepana sîyasîya welatê Misirê
û tevaya cîhana Îslama sîyasî da û bi taybet Îslama suninî.@
Piștî (Sadat) postê serokatîya Misirê werdgirît paș
(Ebdulnasir)î, gurankarîyên cewherî bser tevaya sîyaseta
dewleta Misirêda hatin, ev pêngavên gihurînê beruvajî
xwast û meremên (Ebdulnasir) bûn. pêngava êkî
dirustkirina peywendîya û aștkirina bizavên Îslamî bû li
Misirê ko ew azadikirin û zîndanên Misirê ji zîndanîyên
sîyasyên Îslamî cudakirin, evê sîyaseta nerma (Sadatî)
Êxwan kirine dû bask, baskê êkê ji zelamên jî dirêj pêk
dihatin û birîyarda ko mfayê jvê sîyasetê wergirin û dest ji
tîrur û tund û tîjîyê helgirin û bi rengekê yasayî û di çarçovê
desturê dewletê da dirêjîyê bi karuçalakên xo biden.@
Baskê duyê: ji wan law û gencan pêkdihat ewên
dikeftine dibin bandor û karîgerîya (Seyd Qutb) î û (Mealm
fî alterîq) ya wî ko bibû bernamê karu çalakên wana. ev
girupe damade nebûn wek girupa pîr li jêr saya hukmiranîy
û dewletê rwînin û bi rêya îslahkirina civakî, desthelatê
biguhurin, çunkî wana di wan dîdên (Seyd Qutb) day dinêra
dunîayî bi giştî û civakê Misirî bi taybet.@
Baskê gencan li dwîv têgeha (Seyd Qutb)î wesa temașeyî
tevaya xelkê Misirê dikir û dgot ev milleteyê di kufrê û
nefamyêda nuqim bûy ghurîna evî milletî divan sat û
wextada pêdivî bi ser jinwî șwîștin û paqijkirina ye bi
bîrubawerên nûyên Îslamê. erkê evî karîjî di destê
desteyeka dîyarkirî da ye nek temama xelkê jibû
qurtalkirina evan mirovan ji hemû tevaya miruvatîyê ko ji
wê xewa cahlîyetê hișîyar û qurtal bikeyn.@
êkemîn pêngav jibo derkevtin jvê rewșa nalebar
penagirtine û xocudakirine ji civakî, bi merema serijnwî
zivirandin û guharîna evî ketwarî bi reh û rîșalve .@
Bi dîtin û gehiștina (Seyd Qutb) û dwîv keftîyên wî, hîç
core sazșek li gel evî waqeê nuke nîne û qbul jî naket, wan
wesa diragehand ko (em civak liserê dorîyanekê ne yan
îsslam yan cahlîyet).@
Vî girupê lawan civak bi kifr û îlhad bi nav dikir û dgot
em dê dest deyne gihurîna we eger xo bi zebira hêzê jî bît.
çunkî bê hêz nebît em nikarît deshelatê bi girîne dest û
civakê bi rh û rîșalve bi gihurîn. hewlên êk liduv yekên
herêk ji (Şukirî Mustefa û Ebdulzemir û Salih Sureye û
Ebdulselam Ferec û Salim Rehal û Eta Tayl û Xalid Eslam
Bulî) bi vê meremê li gel damezrandina kumela (Cîhad) bûn,
belav bûna pertûka (Cîhad: alfrîçe alxabe) ya (Muhemed
Ebdulslam Ferec) ko êk bû ji qutabên nêzîkî Seyd Qutbî, evî
girupî li dumahîka salên heftîyada stiratîjîyeteka dî dana bo
gihurîna desthelatê û gihurîna tevaya civakî, ew jî ew bû ko
dinav dam û dezgeyên dewletê da karbiken bi merema dest
wesadin û pakkirina seranên dewletê û desthelatdaran, ev
rêbaze jî dinav êk ji birgên pertûka (Cîhad) bi run û zelalî
yahey. bo pitir pêzanînan vegere pertûka (Cîhad: alfrîçe
alxabe) dîsa dpertukekê (bitinê bi zebira hêzê û tundutîjîyê
dê șêyn dumahîyê bi desthelatê bînîn ji wan û fermanberên
wan ewên kafir û mulhid ewên cîhan ji șer û xirabîyan
pirkirîn). dîsa dipertûkê da dibêjît (taxotên liser erdî bitinê
dê bi devê șîrî wana ladeyn).@
Kuştina (Sadatî) li (6 oktubera sala 1981)ê da, welameka
daxwazkirî ya vî girupî bû. ser demê (Sadatî) serdemekê
nerm û lbar bû jibû geșekirina girupên Îslama radîkalî, û
pitir qûnaxeka pașekêșkirin û bcêkirina Êxwana bû ko seng
û qewarê wana dikêmîyê da bû, çunkî temama genc û lawa
ji Êxwana cuda bûn û rêkxirawên nwî pêkîna bûn, di
baregayê Êxwana da bitinê hindek kesên binav sal ve çûy û
serkirên jî mezin têda mabûn û ji genc û tulaza çul bibû.@
Destêka salên heștêyan û liserdemê desthelata
(Mubarekî) bitinê layenekê Îslamî beșdarî di helbjartina
perlemanî da kirbû, çunkî di wî serdemî da astê wanê
cemawerê zor hatbû xwarê û neșîyan bitinê biçine
helbijartinan û neçarbûn ko hevpeymanîyê li gel hîzbên dî
biken mînahzba (elmanî: Wefid) li sala 1984 û li gel parta
kar li sala 1987d dû xulên helbijartinan da.@
Bizanin astê cemawerî û astê hizirîyê Êxwana çendê
dabezî ko bê bername û bê dîsplîn bi bû, çunkî eger em
vegerîne demê damezrandina wana liser destê raberê wana
(Hesen Benna)î ko wî demî digote hizbên elmanî mîna hizba
(Wefid)em (evan bi nehamet û malwêranîya mezina welatî
dizanîn), lê eve çi bû piștî çend sala bûne hevpeymanî êk û
bira gewre û bi êk lêst çûne helbjartinan (evejî bitinê
welameka temame bu dirwîșmên Êxwana û tevaya hizbên
Îslamî ewên dînê Îslamî yê pîroz dikene pêxwarin bo xo
dako liser hisaba hejar û nezanên bê guneh bigehne dest
helatê û îro li kurdstanê jî eve binavê opuzsîuna herêma
kurdistanê rwî didet).@
Eve wê mana yê dgehînît eger (duhî diheram bin demê
ew bihêz, îro dihelalin demê bê hêz bin), evejî gupîtka bê
dîsplînî û bê muralîya zanistê sîyasetê û exlaqê mirovîye,
bitinê dibêjine vê çendê yarî kirin bi xo.@
Ev yarîkirina sîyasîya lawaz ûbê beha, careka dî rêzên
Êxwana sst û lawazkirin û genc û lawan kom kom rêzên
wana hîَِlan û bawerîya wana pê nema. û eve gehiște wê
çendî ko bawerîya Êxwanên dervey Misirî dîsa bi navendê
wanive nema ko Misirbû, kesanên mîna (Hesen Turabî li
Sudanê û Rașd Xinoș li Tunsê û Ebas Medenî û Elî Belhac li
Cizaîrê) jê cuda bûn û peywendî jê qut kirin.@
Bibu vî serdemî Êxwan wesa bo xo piștî diken û dibêjin:
me eve ji neçarî kir ji bo jinav neçîn û em dirêjîyê bi mana
xo bideyn çunkî me bitinê ev rêke ma bû û bes, eger em
evan egerên duhî li Misirê û li cîhana Îslama sunîda bi îroya
kurdistanê û bi taybet bi herêma kurdistanî ve girêbideyn
dê bînîn ko wek yekîyek ya dinavbera duhîya Misirî û îroya
kurdistan da belî dibît, dibît sibahî cemawerê guran û
hizbên Îslamî nefiretê li serkirdên xo biken û bêjinî em li
kîrê û ew li kîrê, hewe em çewan pêkve girêdayn. li dîv
xwandina min dwîrnîne piștî helbijartina perlemanê
kurdistanê hêdî hêdî eve ruhn bibît.@
Jêderên Min Mifa Jê Wergirtîn
@ @
QM†@@N@çb›àŠ@âïÅÉÜa‡jÈ@Z@@‹—à@ôÐÙÑnÜa@pbÈb»I@@óî‹ÙÑÜa@ßí–ýa
óﲊbnÜaì@HM@ò‹èbÔ@LlbnÙÝÜ@óàbÉÜa@óî‹—¾a@óïøa@Mýa@óÉjÜa@@L¶ìQYYUN@@
kÔ‡ï@Z@@Öî‹Üa@ôÐ@bÉà@Z@@@@@âÔ@Lôàþýa@lbnÙÜaŠa†M@@@@@óïÈ‹“Üa@óÉjÜa@
@Lò‹’bÉÜaQYXSN RM@†@@NôÝÝ–íà‡¼a@Z@@@@@@@ì@ôuíÜíî‡îýa@lb©a@ôÐ@óaŠ†@Lóàþýa@óïÜí–ýa
@@@@@kÔ@‡ï@‡åÈ@ôbïÜaI@@@@@@@@@μïyþyýa@ì@μïÜíyýa@öõ†bj¾@çŠbÕà@s¢@@H
@pìiL‹råÜaì@óÉjÝÜ‹’båÜaM@óÉjÜa@L¶ìýa@QYYSN
TM@†@N@@‡ïÉÜa@oÉЊI_aˆb¾@ì@ônà@ì@ÒïØLbåjÜa@æy@HM@Lò‡î‡§a@óÉïÝÜa@Ša†@
@Ö“à†ML¶ìýa@óÉjÜa@QYWXN UM@@@†@L•ì‹¼@‡¼a@@N@@çì‹‚aì@âïèa‹ia@æî‡Üa‡É@Z@@@@pŠíq@ì@óîì‹ÉÜaì@‹—à
@íïÜíîM@óïi‹ÉÜa@ò‡yíÜa@pbaŠ†@Ø‹à@M@pìi@M@L¶ìýa@óÉjÜaQYXRN VM†@Na@†íá«ÞïÈb@Z@@@@μïäbáÝÉÜaì@μïÜí–ýa@μi@@ôbïÜa@ãþýaM@
@ôi‹ÉÜa@Ëa‹“Üa@óíàM@@L¶ìýa@óÉjÜa@LoîíÙÜaQYYSN WM@@ãbàa@a‡jÈ@@Z@@@pa†bÜa@óÕïÕyM@@@@@L¶ìýa@óÉjÜa@Lò‹èbÕÜa@LÍ—Üa@¶íi‡à@
QYYWN XM†@@Në†íÐ@ôÝÈ@x‹Ð@Z@lbèŠýaM@Lò‹èbÕÜa@@LÊîŒínÜaì@‹“åÝÜ@ò‡î‡§a@‹—àŠa†@
ÉjÜaL¶ìýa@óQYYPN